Zarîna Peyvê, vexwendnameya şîn, şahî, xem, çand, bêrîkirin, bîranîn, hêvî û evînan a Silêman ZEYBEK e. Di her rêzikê de rêwîngtîyeke ber bi Botanê ve û rengek ji jîyanê heye. Gelek peyvên xembar kiriye destbira di helbestên xwe de.
Metaforên ku ji pênûsa ZEYBEK rijîyane, dê we li pêy peyvên xwe bibe çîya, newal, gund û kavilên welêt.
Peyvên hîsdar bi şêwazeke ciyawaz û herikbar destê xwe dirêjî xwînerên xwe dikin.