Li gorî zanyariyên pisporan ji her sê Kurdan yek, li derveyî Kurdistanê dijîn. Ev rêjeya han, diyasporaya Kurd dike diyaspora çaremîn a cîhanê. Piraniya van Kurdên diyasporayê bêyî îradeya xwe koçber bûne. Diyaspora Kurd, bi taybetî jî ya li Almanyayê, perîferiyek bi hêz a navenda Kurdistanê ye. Îro li Almanyayê qasî 1.200.000 Kurd dijîn û bi vê çendaniya xwe li wir kêmneteweya herî mezin a piştî Tirkan e. Îro li Almanyayê nêzîkî 46000 kargehên Kurdan hene û salê qasî 20 milyar euro cîro dikin. ...