Çîrokên Înan Eroglu bi navê "Têbîniyek" çap bûn. Ev yekem berhema nivîskar e. Ji çîroka "Têbîniyek" "Dilê min ji min re dibêje rahije qelem û tim binivîsîne. Lê ez ê nenivîsînim. Na, divê nenivîsînim." Tu carî min newêrî ji bavê xwe bipirsim ka çima divê nenivîse, ji ber ku ditirsiyam bertekeke tund bide min û dilê min yekcar jê bimîne. Lêbelê çend caran min jê pirsî ka niyeta wî heye kitêbekê binivîse yan na. "Na," got, wekî ku tê texmînkirin. Her carê jêgirtineke ji Kitêba Nenivîsandinê dixwen ...