"Xaço,
Di qinyata te de xatem-uş şûara
An Talibén Eşqê bétir geriyane
Li mecazé li heqîqeté li eşqé?”
Ez ê bidim dû vé pîrsê.
…
Lal Laleş, kana gotinê, heqîba hêmayên şewqdar û dengvedana risteyên helbestên xwe ji bira xwebûna xwe dadigere. Seqaya cîhana helbestên wî bi awayekî ji awayan wekî rengvedana poetikaya helbestvên jî dikare were xwendin.
Helbestvan bi Talibên Eşqê girêdaneke qedim, gîyanhelbestî û dilsoz bi helb ...