Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê!
“Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê ...