Pişîk:
“Kes li vir tune ye gelo? Hêê!”
Tawis:
“Ew kî ye?”
Pişîk:
“Ez im ez! Pişîk. Ba û bagereke tûr ez avêtim vê şikeftê. Destûra te hebe ez ê werim ba te rûnêm. Bivvvv! Sar û serma ye.”
Tawis:
“Were, were. Ser çavan ser seran. Ha! Li ber agir xwe germ bike.”
Pişîk:
“Gelo ev cihê bê waw û wawik ku dere? Ji demên xeyalan maye?”
Tawis:
“Ev der şikefta meselokan e. Li vir tu qala kîjan heywanî bikî ew peyda dibe. Ez li ber agir rûniştî bûm, m ...