“Hin serpêhatiyên vê pirtûkê ji salên zarokiyê ve mêvanê xewn, xeyalên min bûn. Gava min çavên xwe digirtin, dihatin xewnên min. An jî kêliyên çavên min vekirîbûn, bi riya xeyalan xwe bi bîra min dianîn. Gelek caran ev tabloyên tehl û şêrîn li hişê min radiperîn. Bi salan li hişê min, şer û govenda wan berdewam kir.
Min karî hinan ji wan ji xewnên xwe dûr bikim, wan nenivîsim. Lê hinan ji wan xewn û xeyalên min dîl girtin. Li dawî xwe bi min dane nivîsandin.
Ev bûyerên li tabloyên bin ...