Di roja me ya îro de wêjeya zarokan a fantastîk gelek dêhn û bala mezinan jî dikêşe ser xwe. Belkî jî di vê serdema me ya kewn û mekan gelekî berteng bûne de, mirov di nav dinyaya sêhrewî ya berhemên bo zarokan de xwe nav xebrûşkan de dibîne û hinekî sebra wan tê. Belkî jî, bi vê rêkê bê westandin li ser rewşa mirovan hinekî hizira xwe bikin. Mêrikê Teneke li welatê Ozî dijî, ev mêrik wextekê mirov bûye niha bûye teneke, ji ber baranan jeng û zengê girtiye nikare ji cihê xwe bilebite, de ka em g ...