Romana Ferhad Pîrbal "Santiago de Compestela" bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê "Hotel Eurôpe" û kitêbeke çîrokan "Çolistan" bi kurmancî derxistibû.
Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike. Her tim dixwaze koç bike, her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe. Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne, ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire.
< ...