Di dinyayê de hertişt gora şrûten dorberê xwe pêk tê. Merivên rêber, serok û senatkarên mezin jî gora hewceyên zeman û mekan derdikevin, dighên. Miletê me şairek mîna Cegerxwîn derxist, ji ber ku Kurdistan hewcedarî wî bû. Ew nêzîkî du sed sal in ku Kurdistan dikele, bo azadî ceng û şer dike û tê pelixandin. Gelê me hewcedarî dengekî bilind bû; Cegerxwîn bû ew deng; wî di şiêrên xwe da gilî û gazinên, hêvî û daxwazên gelê me anî ser zmên û bilind kir. Bona vê yekê, gelê me jî ji wî ra xwedî derk ...