"Ev trajediya ku gelê me yê Êzîdî jiyan kir, bê guman li ser hemû kesên ku gala mirovatiyê dike bandorek neyînî çêkir. Lê yên ku di nav çar dîwaran de ango di zindanan de ne, Ii hember vê hovîtî û tundiyê hest û ramanê xwe nikare bi nav bike û bîne ziman. Dengê min ê herî bi bandor pênûsa min e, ji bo vê yekê teqez diviyabû ez biqêriyama. Ev xebata min jî qêrîneke ku bi mebesta êş û kulê gelê xwe yê Êzîdî parve dikim. Çawa ku dayikek,ji bo ku zarokên wê nemire, xwe birçî û tî dihêle û ji bo zaro ...