Plandanîna zimanî plandanîna paşeroja neteweyan e û asta plandanîna zimanî asta pêşketin û xurtîya neteweyan nîşan dide. Hevgirtina zimanî û nasnameyî herçend mîrateke pêşîyan be jî alîyekî wî yê vînî heye ku mirov di serdemekê da dikarin bi çêkirina rayeke giştî ya navçeyî yan şêwezarî rêçika xwe ya nasnameyî biguherînin. Plandanîna zimanî bernameya vîn û vîzyona paşeroja neteweyan e.
Ev xebat bizav dike ku dîroka xebatên plandanîna zimanê kurdî berbiçav bike û bi taybetî jî li ser xebatên ...