Li benda te me
Ger tu nêve dê dilê min carek din hilnavêje...
Û dê heta hetayê bêdeng bimînî
Ger tu nêve dê hemû bêjeyên min
li ser lêvên min î ku bêriya ramusanê te kiriye biqerisin
Îro min xwe avêt bextê bayê rojhilat da ku ji min re kenê te bîne
Heke tu nêve;
Ji te lavan dikim kenê xwe bide ba û bila
Ji min re di berbanga vê roja sêdarê de bîne
Ger tu navê tenê ji min re bişrînekê bişîne bese
Ma tu dizane bişrînek te beranberî welatekî ye... ...