Agahî-Bilgi
Bahoz Baranî di pirtûka xwe ya Ferhenga Bişaftinê da gelek dîmenên bişafinê nîşanî me dabûn. Di vê pirtûkê da ew dîmenên bişaftin, bindestî û mêtinkarîyê ji hev vediçirîne û bi awayekî hunerane xwe digihîne kakilên wan, li ber çavên me radixîne û wan ji me ra deq dike.
Mezinê biçûkkirî. –Gotineka wan a pêşîyan dibêje, “Tiştê biçûk mezin mekin, tiştê mezin biçûk mekin.” Meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e; lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye.
Masîyên bejî yan ...