Ali Smith, di romana xwe ya bi navê Hotel Dinya ku di sala 2001'ê de weşîya, çîroka pênc jinan vedibêje ku di menzel û demên ji hev cuda yên hotelên zincîreyî yê gerdûnî de asê mane. Ji berevajîya seqaya hotelê ku serdest e û her tiştî dike wekî hev, Smith hişûbîra bêdeng ya şûngehê ji hev vedike û bedenên nexuya xuyanî dike. Tekst, ji xwendevanên xwe dixwaze bila hay ji kitekitên hûr ku xwe li bedenên hatine îzolekirin, lefandine û hay ji pêwendîya xurt ya di navbera kitekitan de heyî hebin. Ho ...