Lêkolîner û pispor û hostayê zargotina kurdî Hecîyê Cindî ji malbateke êzidîyên Qersê ye. Ew di 1908an de li gundê Emançayira ser bi qeza Dîgora Qersê ji dayik bûye. Ew hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de gelek çalak û aktîf e. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene.
“Hikyatêd Cimaeta Kurda” ji wan berheman e ku salên sîyî hatine berhevkirin û ji sala 1961an heta 90î peyderpey li dû hev wek 6 berg bi tîpên kirîlî li Erîwanê hatine çapkirin.
...