"a. Axaftina li ser vê berhemê zor e, xwîner li ber wê naçar dimîne. b. Ez ê ji zimên dest pê bikim. Ev berhem bereksî gelek berhemên din ên kurdî bi fetîşa gramerê negirtiye. Ziman carinan ê herêmekê, carinan ê mêrekî, carinan ê jinekê, carinan ê kelmêşekê ye. Ji ber ku taswîrên ku hevok dihewînin li dûr û dijî şablonên me yên fikirînê yên jiberkirî ne, xwendina wê zor e, lewma mejî dibetilîne, her tim xwînerên hişyar dixwaze, lewma wê xwînerên hêsanxwaz jê hez nekin. Divê hûn hevkî berovajî, h ...