Nivîskar Zinarê Xamo, ji 1980yî vir de ye ku ji bo zarokan li gor vegotina xwe xwe û bi kurmanciya xwe ya rewan, ku zarok jî bıkarin jê hez bikin û bixwînin, çîrokan dinivîse. Piranîya van çîrokan di dema zaroktîya xwe de guhdarî kirîye, fêr bûye û carna di civatan de wî bi xwe jî gotîye. Bê guman dikare gelek versîyonên van çîrokan li gor hin herêm û ciyan hebin. Heta gelek ji van çîrokan dikare di nav milletên din de jî hebin. Hinek ji wan dişibin yên Ezopê yûnanî, hinek wek Metelokên Hz. Silê ...