Zilamek dîn diçe cem yekî alim û jê re dibêje: Eger tu xaniyekî ji min re ava nekî ez ê çêra û xeberan bidim Weysilqeranî. Vêca alim ji yê dîn re got: Na, çêran neke Weysilqeranî ez ê ji bo te xaniyekî ava bikim. Seyda rabû pê tiliya xwe çend xetik li ser berekî dan û got: Eve mezela mêvanan e, eva henê mezela zarokan e, eva he jî mezela qafquluçka ye. Ma ne bes e û têra te nake? Zilamê dîn got: Belê temam e û rêya xwe digire û diçe. Vêca yê dîn çiqasî ku bêhna wî teng bibûya û aciz bibûya wê dî ...