Kurdên bakurî di van salên dawî da bi saya hin derfetan di warê vekolînên çandî da pêngavên baş diavêjin û ev xebat jî yek ji van pêngavan e. Bi vê mebestê me bi beşdarîya çendîn vekoleran “gotarên vekolînên çanda kurdî” pêk anî ku xala wan a hevbeş kurd û çanda kurdî ye. Ji alîyê şaxên kurdnasîyê ve ev xebat vekolînên qadên folklor, mîtolojî, edebîyata zarokan, edebîyata klasîk, edebîyata nû, ziman, dîrok, wergêran, dîn û çanda giştî li xwe digire. Ji alîyê zimanî ve jî ji 21 gotarên vê xebatê ...