Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek û bikaribe şiyana muhakemeyê bi dest bixe, divê berhemên edebî yên ji her alî ve serkeftî bixwîne. Ji bo ku van berhemên serkeftî bixwîne, divê, rêber û mezinên wî û heke hebe civat,milet, welat û dewleta wî û helbet nivîskarên welatê wî mil bidin hev û ...