Antoine de Saint Exupêry bi berhema xwe ya nemir Mîrzayê Biçûk bêhtir tê naskirin; lê jiyana wî sînorên edebiyatê bezandiye û zilamê serborî û hengameyan e. Firîna Bi Şev di sala 1931ê Xelata Femîna wergirtiye û sala 1939ê de bo sînemayê hatiye qulibandin, ev kurteromana wî gelek bi bandor û xwedî şêwazeke taybet e. Exupêry, ezmûna xwe jî daye ber çavên xwe û daketiye nav dinyaya pîlotên bi şev li ezmanan difirin û di ezmanê Patagonya, Şîlî, Paraguay û Arjantînê posteyê digerînin vedibêje. Roman ...