Di nava dîroka xwe ya bi hezar salan da bawerîya Êzdîyatîyê, rêyeke pir dijwar û di nav astengîyên mezin re derbas bûye. Her șaristanîyê xwestiye șaristanîya berîya xwe, her bawerîyê xwestiye, bawerîya berîya xwe tune bike, dewsa wê bigire. Bi hatina her olên nû yên mezin re, gelek civak û gelên kevnar tevî bawerî, rê û rism, eyd û erefatên xwe (carinan heta ziman jî) di bin giranî ȗ zordestîya wan bawerîyan de pelişîne, hatine jibîrkirin. Hinek rê û rismên kevnar ji alîyê wan ve hatine qedexeki ...