Duzimanî? !
Di ferhenga Saziya Zimanê Tirkî de wateya "duzimanî"yê wiha hatiye dayîn: "Xwediyê du zimanên cihê bûyîn, xwediyê karîna xwendin û nivîsandina bi du zimanên cihê bûyîn.
4 Helbet ev wate ji bo derbirina duzimaniya ku ji bo vê pirtûkê bûye mijar têrê nake.
Li ser terîfa duzimaniyê lihevkirineke giştî tune ye. Cuma Çîçek jî di nivîsa xwe ya navborî de vê rastiyê destnîşan dike û wiha pê de diçe, " Her çi qas peyva "duzimanî" zanîna du zimanan a kesek an jî komekê nîşanî ...