Ey dîlberê pir şêrînê tu hêjaya her dîlbera
Nazik û gewr û şepalê, maşuqa dilê dildara.
Zulf û biskên reş û belek li ser dêmanê sor gulî
Awurên tûjî wek tîran disojin merg û dilî.
Ji ber derya evîna te, ketin em ber mewc û pêlan
Bi vê janê me burandin. zeman û hêwan û salan.
Şev û rojên me derbasbûn. bi azar şîn û xiyalan
Nebûn jovan ji vê jînê, jîna xwe dan gor û kêlan.
Te agir kirye nav dilan, herdem xerîbî biyanî
Bi qeydan tem kirin dîlê, her du ça ...