Di pênaseya şi'irê da cudabûneka berçav di boçûnên pisporan da heye; ji ber ku her êk ji wan şi'ir bi wî rengî daye nasîn, yê şi'irê kar pê lê kirî, yan wî karê şi'irê pê dîtî. Belkî sadetirîn pênaseya şi'irê ew bit ku ew gotineka lêkhatî û xwudan kêş û qafiye ye. Û bi rastî metela vê danenasînê bo şi'irê wekî metela wî kesiye yê xaniyekê ciwan û taze ji derve bibînit û şûrha wî ya ji derve bo me salox bidet, bêyî xweşiya wî xanî ya navxweyî bo me bêjit! Û hindekên dî, di pênaseya şi'irê da dibê ...