Destana Memê Alan yek ji destanên navdar ên folklora kurdî ye. Li
gelek herêmên kurdan belav bûye û heta roja me hatiye. Li ser vê
destanê gelek lêkolîn hatine kirin û ev destan ji hêla gelek kesan ve
hatiye analîzkirin û şîrovekirin. Hin kesan ev destan wek destaneke
neteweyî ya kurdan dîtiye, hinan jî wek destana herî berbelav û navdar
dîtiye û ji ber vê yekê girîngîyeke zêde daye vê destanê. Vê destanê bi
taybetî bala folklorzanên kurd û bîyanî kişandiye û gelek ...