Ajovanê texsiyê, qeyê ji gotina min a, *Qet bêhna xwe nede û heta gundê me bajo,* fam kiribû ku ez dixwazim kêliyekê zûtir bigihîjim wê derê, erebe pir zû diajot. Min, ji bo li gund bi xweynim, li bajêr çend pirtûkên nû stendibûn. Min yek bi yek li nav û bergê wan nihêrt. Ji wan pirtûka Amin Maalouf a bi navê Semerkand, bala min kişand, min pelê wê qelibandin. Gava ku min çarîna Omer Xeyam a, Bibêje, li dinyayê kê guneh nekiriye/ Bibêje, bêyî gunehan mirov dikare bijî/ Ku tu yê ji min re bibêjî ...