"di pirtûka ken kesey de lehengê bi navê reîs ê dîndeyûz ku xwe li lalîtiyê daniye, weke kamerayeke her vekirî hemû bûyer, qewam û kirinên rêvebirên nexweşxaneyê bi xwîner dide temaşekirin; lê, di pirtûka sirri ayhan de lehengê ku bi navê bedran ku bi nasnameya miriyekî bi navê can, weke xebatkarekî ji koma rêvebirên nexweşxaneyê bûyer, qewam û kirinên hovane yên pergaleke zordest ku gelên welatê xwe ber bi dînîtiyê ve didahfînin, ligel bişirîneke serê lêvan a xemgîn bi xwîner dide jiyandin."
...