Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di ...