Ez hêvî dikim ku hûn ê ji vê pirtûkê hez bikin. Bêguman derdên me, êşên me, kul û kederên me jî
hene. Lê ji van pirtir hêviyên me, hezkirinên me, hesretên me hene. Hûn jî dizanin, jiyan ti carî
nasekine û sekinîn li jiyanê nayê. Em wek girtiyên polîtîk êşên xwe dikin hêz û meşa xwe ya
azadiyê berdewam dikin. Lewra jî berpirsiyarên zindanê li me heyirî dimînin. Car caran dipirsin,
“Gelo hûn çima ewqas bimoral in, hûn vê hêza xwe ji çi digirin?” Bêguman em hêza xwe ji
dayi ...