Bîranînên hin kesan hene dîrok bi xwe ne. Mirov di wan de dîroka serdemekê dibine. Pirtûka bîranînên Dr. Yekta Uzunoglu ya bi navê Bîranîn 1 jî ji wan bîranînanin ku dîroka serdemekê di nava xwe de dihewîne. Mirov di vê berhemê de hînî gelek bûyer, serpêhatî, agahî û zanyariyan dibe ku qet nayên zanîn. Gelek rûpelên dîroka binaxkirî bi saya berhema bîranînên Dr. Yekta ji bin axê derketine, bi bîranîn û jiyana Dr. Yekta re gihîştine ber deste xwendevanan. Di vê berhemê de hevpeyvîneke dûv û dirêj ...