Ev xebata ku ev çar sal in em li ser navê Şerzan KURT (1989-2010) li dar dixin, rasterast xwe dispêre vê ferasetê; ?Wêje, xemla rojên şad û bex-tewar; di bobelatan de deyax û stare ye." (M. T. Cicero) Wekî ku di şert-nameya pêşbaziyê de jî hatiye diyarkirin; ev xebat ji hêla Eğitim-Sen Şaxa Batmanê ve, ji bo ku balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan û ji bo afiran-dina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî tê lidarxistin. Ji alîyekî ve gihandi-na nivîskarên ciwan, ji alîyekî ve aşkerekirin û qe ...