Qralekî mezin, dûrî qesra xwe, di parlamentoyê de; ji bo pirs¬girêkên xwe yên navxweyî nîqaş bikin, di civînekê de bû. Di wê deme de, wezîrê karên derve dikeve hundir û lêborîna xwe ji qral dixwaze û dibêje; ezbenî, min ji bo cenabê we nûçe¬yeke lezgîn anî.
Qral; ka beje wezîr, ev nûçeya te ya lezgîn ku te ji bo min anîye çi ye?
Wezîr: Ezbenî, li welatekê dûrî me şewatekê dest pê kiriye, her aliyê wî welatî di nava agir de maye.
Qral bi devekî biken, qey ew agir hê netefîyaye?
...