Xewneke penaber
Jidayîkbûna xwe ya di nav têlên sînor de bi birîna xwe ya bê bîr pîroz dikim.
Ev jidayîkbûn têger bûye, seranser bûye, serwer bûye, penaber bûye.
Axa zikmakiya min disincire, lingên xakiyan dişewitîne.
Sînor sînga xwe ya xapînok vekiriye. Kî tê bêedebî ji xwe derbas dike!
Yek tê, rihana ku bi axînê avdaye li xeyda xwe hûnaye û derbas dibe.
Yek tê, behreke ku hîn nedîtiye di binhişê xwe de şîn kiriye kesera xwe heyf nake da ku ji yên din re bike qayîk ...