“Ez bi ku ve dimeşiyam, min nizanibû. Çawa dimeşiyam jî nizanim; lê dimeşiyam. Hiş û hestê min sekinî bûn. Bi tenê ajoyên min ên bingehîn ên jiyanê ez didam meşandin. Dilê min bûbû milyonek perçe. Di nava xwe de ez diheliyam. Di her gavê de bi hezaran hucreyên min dimirin. Di her hilm standinê de ez dibûm ba û tevlî hewayê dibûm. Ji kerba min dikir ez bimirim. Lê qewêtiyên her du hevalan ez li ser linga dihiştim. Pêwîst bû ez peywira xwe bi cih bînim. Pêwîst bû partî ji van bûyeran agahdar bibe. ...