Zilamek bi navê Feqe Lawêj hebû ji gundê Heblerê bû. Feqe Lawêj û zilamek gundî barê xwe ji tirî bar dikin berê xwe didin gundên deştê da ku tirîyê xwe bidin genim û genim jî ji xwe re bikin ar û debara xwe pê bikin. Çimku ev gundên weke Şax û Heblerê debara wan li ser fêkiyên dehlên wan e. Vêca dema Feqe Lawêj û hevalê xwe nêzîkî gundan dibin Feqe Lawêj dibêjê hevalê xwe: Em herduk herne gundekî fêkiyê me zû nayê firotin vêca te kîjan gund bivê tu here wî gundî û ez ê herim gundê dî. Hevalê Feq ...