"Bejna Zirav" li bejna siwarê me tê! Nivîskar bi van helbestên xwe yên keda 40 salan, bi zimanekî şahîk û herikbar me ji germahiya Deşta Mêrdînê dibe binê xetê, ji wir derbasî syasonên rojavayê Ewropayê, ji wir jî dibe serma û seqema Stockholm û Borlänge ya Swêda sar a Îskandînavyayê. Lê ew li ku dibe bila bibe, herdem bûye awazeke evîn û hesreta welatê xwe, çanda xwe, hunera xwe û mirovên ji xwîna xwe. Bejna Zirav bixwînin, dê we li welatên cuda cuda bigerine. Hûnê jê hesbikin.