"Ev berbang jî
Çîroka kesên ku ji nû ve
Xwe afirandin e.
Di zilûmata herî tarî de
Xwe li gurzek ronahiyê digre
Li gel recifandina kûr
Ya rastiyên ku derdikevin meydanê
Efsaneya kurdan a
Ku xwe li çiya daye..."
Husnu Ablay
Çar rûkên çiyayê Cîlo bi çîrok in. Bi çar dilan stranan dibêje.
Rûkê wî yê rojava, bi Simbil tê navkirin ku ji kevrê îm e. Her roj çemê Zê di ber lingên wê de bi strana xwe diherike. Di ser bajarê qedi ...