Yekemîn kitêba çîrokan a Mehmet Dicle, Asûs bi çapa duyemîn ji nav weşanên Avestayê derket. Duyemîn kitêba Dicle Nara li Avesta derketibû û rastî elaqeyeke baş hatibû. Weşanxane kitêba sêyemîn a Mehmet Dicle ji bo Fûara Kitêban a Stembolê amade dike.
Li navçeyeke dûr jiyan xewneke dirêj bû.
Ev navçe Asûs e.
Li wir mirov, di dawiya temenê xwe de şiyar dibe.
Li Asûsê insan, ber bi bayê reş dikevin.
Li wê derê mirov neyarê xwe piçûk naxîne. Kes li hev dixin, serê hev dişkîn ...