Çi romana Heteroglossia be çi Aporia be, Baqi dev ji pivanen qebülkiri yen rasyonalizme/realizme berdide ü cihaneke dekonstruktif diafirine, an ji dijcihaneke diafirine ku rebazen fikirin ü idraqe yen tradisyonel dirüxine. Li ve dijcihane, derfeta tegihiştina deme nemaye le bi awayeki mecazi ü sembolik roman xwe ji demen mitolojik digihine heta iro, belki. Cih ji ne ji wan cihan e ku em fer büne, carinan malzarokek e, carinan tiwaletek e, carinan hişek e, carinan betane laşeki ye, hundire çaveki ...