Ger ku mirov vegere ser dengbêjiyê û bi nêrîneke berfireh li ser dîroka dengbêjiyê hûr bibe, diyar dibe ku di dîrokê de forma dengbêjiya kevn li ser bûyer û mijarên olî bû, lê di nav demê de çend beş ne tê de, berhemên ku dengbêjan afirandî bi gelemperî li ser kar û bûyerên dinyayê ne. bi piranî mijara berhemên ku dengbêj diafirînin evîn û evîndarî, xweza, qencî û neqencî, şer û pêvçûn û hê di gelek mijarên weke van de, gotin li ser gotinê, bi kurdiyeke herikbar û bi şêwazeke wêjeyî dirêj dibe û ...