Di vê pirtûkê da 1001 peyvên kêmnas ên kurdîya kurmancî hene. Gelek ji wan neketine ferhengan û li ser zar û zimanan mane. Bahoz Baranî ew bi keda salan yek bi yek berhev kirine, bi dû şopa manayên wan ketîye, pirsîye û piştrast kirîye. Wî ev peyv tevî hûrgilîyên wan pênase kirine û ji bo ev peyv baştir bên famkirin, tevî zayend û cureyên wan ji her peyvê du heb hevokên nimûne dane.
aberî, bavgoriz, çûnxweş, darweş, eybdar, fîtoz, gîma, herdimcan, kandew, lorgoz, mûmar, nawis, oberî ...